May 19, 2023 16:59 Asia/Tehran
  • Rêjeya bêkarbûnê li Tirkiyê daketiye

Wezîrê Xizînedarî û Darayîyê yê Tirkiyê dibêje ku asta bêkarbûnê li vî welatî daketiye.

Wezîrê Xizînedarî û Darayîyê yê Tirkiyê ragihand ku rêjeya bêkarbûnê li vî welatî di sêmehiya destpêka sala 2023an da daketiye.

Li gorî rapora IRIB News'ê, Nûreddîn Nebatî Wezîrê Xizînedarî û Darayîyê yê Tirkiyê tevî amajeya bi vêya ku rêjeya bêkarbûnê li vî welatî di sêmehiya destpêka sala 2023an da anegorî sêmehiya dawiya sala derbasbûyî da sedî 0.3 kêm bûye û gihîştiye sedî 9.9, got: Ji sêmehiya destpêkê ya sala 2018an va heta niha bo cara yekem asta bêkarbûnê li Tirkiyê gihîştiye kêmtir ji sedî 10.

Wezîrê Xizînedarî û Darayîyê yê Tirkiyê got: Hejmara şixulkeran li Tirkiyê di sêmehiya destpêka îsal anegorî sêmehiya dawiya sala 2022an bi qasî 195 hezar kesî zêde bûye û gihîştiye 31 miliyon û 600 hezar kesî.

Li gorî rapora Navenda Amarê ya Tirkiyê, niha hejmara kesên bêkar li vî welatî sê miliyon û 483 hezar kes hatiye berawirdkirin.

 

Serepeyv