Hilbijartina Tirkiyê; Sê kesan ji ber Krîza Dil di dema dengdayînê da canê xwe ji dest dan
May 14, 2023 17:57 Asia/Tehran
Li gorî nûçeya IRNA'yê, Di roja dengdayîna ji bo hilbijartina Tirkiyê da sê kes li bajarên Rîze, Gîresûn û Tranzonê li bakurê Tirkiyê li navendên dengdayînê tûşî Krîza Dil bûn û canê xwe ji dest dan.
Gelê Tirkiyê îro Yekşemî, 14ê Gulana 2023an dê ji nav sê berbijarên dora sêzdehem a hilbijartina serokkomartiyê, kesekî ji bo vê cîgehê hilbijêrin. Her wiha hevdem 600 nûnerên meclîsa Tirkiyê jî ji bo dora 28an a hilbijartina parlimanî werin hilbijartin.