May 13, 2023 06:40 Asia/Tehran
  • Eşkerekirinên Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê: Wêdebirina şaredarên HDP`yê fermana Erdogan bû

Sulêyman Soylû, Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyê di axiftinekê de eşkere kir ku wêdebirina şardarên HDP`yê fermana şexsê Erdoan bûye.

Sulêyman Soylû, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê di axiftinekê de, nerasterast berpirsiyariya wêdebirina şaredariyên HDP`yê da istûyê Receb Teyib Erdogan û got ku bi fermana  şexsê Erdogan hemî şaredariyên HDP`yê hatin wêdebirin û dewsa wan şaredariyên AKP`yê hatin danîn.

 Hema tenê du sietan piştî gotinên Soylû, Erdogan bi weşandina peyamekê ji welatiyên kurd  ên Tirkiyê re nivîsî: Birayên min ên kurd, heta îro me xebatên  herî mezin meşandine ku heq û mafên ku mîna  şîrê diya we li we helal e bidin we... bêguman hinek qusûrî şû kêmasî jî hebûne û hinek kar hebûne ku dilê me xwestiye em bikin lê me nekariye. Lê hemî karên ku me bo heq û azadiyên Tirkiyê kirine, ji giştan re eyan e, karzanên siyasî yên Tirkiyê, ev  mukirhatina wek belgeyekê bo bêedaletî û nebûna heq û mafan li welêt dan zanîn.

 

Serepeyv