May 09, 2023 17:08 Asia/Tehran
  • Tirkiyê ragihand ku navendeka hevahengiya leşkerî li Sûriyê pêk aniye

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê, îro Sêşemiyê behsa pêkanîna navendeka hevahengiya leşkerî bi beşdariya 4 welatan li Sûriyê kir.

‘Xilûsî Akar’, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê îro Sêşemiyê ragihand ku wê navendeka hevahengiya leşkerî bi beşdariya Tirkiye, Rûsiye, Sûriye û Îranê li Sûriyê pêk were.

Wî herwiha got: Civînek di navbera alîkarên wezîrên berevaniyê yên Tirkiye, Rûsiye û Ukraynê di rojên 10 û 11’ê vê mehê da, wê ji bo şopandina dirêjkirina dema peymana hinardekirina dexl û danan were lidarxistin.

 

Serepeyv