May 04, 2023 16:15 Asia/Tehran
  • Encamên rapirsîna ORC'yê: Hilbijartina serokkomartiya Tirkiyê dê derbasî dora duyem bibe

Encamên rapirsînên Kompaniya ORC'yê nîşan dide ku hilbijartinê bi navbireke kêm navbera du berbijarên sereke dê derbasî dora duyem bibe.

Kompaniyên lêkolînên ORC'yê encamên rapirsîna xwe ya herî dawî ragihand. Li gorî vê rapirsînê ku bi awayê amadehî li 41 parêzgehên Tirkiyê pêk hat, Kilîçdaroglû berbijarê Hevpeymaniya Millet'ê: Sedî 48.0ê dengan, Receb Teyyîb Erdogan berbijarê Hevpeymaniya Cimhûrê: sedî 44.6ê dengan bi dest tînin.

Her wiha Miherem Înce: sedî 4.3 û Sînan Dogan sedî 3.1ê dengan bi dest tînin.

Bi vî awayî hilbijartina serokomartiyê ya Tirkiyê dê bi navbireke kêm derbasî dora duyem bibe.

Ajansa Bloomberg'ê jî qala bêşiyaniya Receb Teyyîb Erdogan Serokkomarê Tirkiyê ji bo bidestxistina nîvê dengên gelê Tirkiyê di hilbijartina serokkomariya vî welatî kir û li gorî rapirsîna xwe nivîsî: Erdogan serokkomarê niha yê Tirkiyê dê nekare di dora yekem a hilbijartina Tirkiyê asta pêwîst a dengan bi dest bixe û hegera kêmbûna alîgirên Receb Teyyîb Erdogan di vê dorê da enflasyon, nerazîtiya berfireh a xortan û bêhêvîtiya derbarê pêşeroja Tirkiyê, bêhêvîtiya derbarê kiryara Erdogan û yekgirtîbûna kêmdîtî ya Opozîsyona Tirkiyê li dijî Erdogan.

 

Serepeyv