May 04, 2023 11:56 Asia/Tehran
  • Soylû: Amerîka hewl dide darbeya serneketî ya 2016an li Tirkiyê bi ser xîne

Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyê got: Waşîngton di rja 14ê Gulanê da dê hewl bide darbeya serneketî ku di hilbijartina serokkomartiyê ya sala 2016an da bi rê xist, bigihîne encamê.

Suleyman Soylû Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyê got: Amerîkî piştî darbeya serneketî ya 2016an muhtemel e ku vî karî di hilbijartina pêşber da biceribînin; lê gelo ew ê vî karî tenê li Tirkiyê pêk bînin?

Wî her wiha got: Ew ê hewl bidin vî karî li Mecaristanê pêk bînin û Vîktor Orban Serokkomarê vî welatî ji Bodapestê bavêjin derve û sê berbijarên serokkomartiyê li dewsa wî bidin nasandin.

Soylû bi gotina vêya ku Sandro Pîntêr Wezîrê Karên Navxweyî yê Mecaristanê hevalê wî yê nêzik e, got: Wî bi awayekî cidî ez hişyar kirim ku Amerîkayê bûceyek ji bo rêxistinên sivîl ên Tirkiyê terxan kiriye ku di hilbijartina vê da mudaxile bikin û astengiyan derxînin.

Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyê di dewamê da got ku ew piştrast e Receb Teyyîb Erdogan dê bi hêsanî di dora yekem a hilbijartina bê ya Tirkiyê da bi ser keve.

Soylû her wiha got: Ti kesek nikare ku di heyama van yazdeh brojên mayî heta dema lidarxistina hilbijartina Tirkiyê, biryar e ku çi li vî welatî biqewime.

Hilbijartina serokkomartî û parlimaniyê ya Tirkiyê biryar e roja 14ê Gulanê were lidarxistin.

Serepeyv