Nîsan 30, 2023 16:06 Asia/Tehran
  • Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkîyê: Di 14ê Gulanê da dê darbeyeke siyasî biqewime

Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkîyê roja hilbijartina seranserî li vî welatî wek roja Darbeya Siyasî zanî.

Suleyman Soylû Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkîyê di axaftineke ecêb da roja 14ê Gulanê yanî roja lidarxistina hilbijartina seranserî li Tirkiyê wek rojek wesifand ku tê da dê darbeyeke siyasî biqewime.

Soylû ku hevdem digel dewama wezîrtiya xwe wek berbijarê beşdariya di hilbijartina parlimana Tirkiyê ji Stenbolê hatiye tayînkirin, di axaftina xwe li Binyata Zanist û Çandê ya Stenbolê li Taxa Fatihê ya Stenbolê da got: "15ê Gulanê darbeya wan a rasteqîn bû. 14ê Gulanê darebeyeke siyasî ye. Ev mijar gelekî aşkira û xuya ye. 14ê Gulana 2023an dê darbeyeke siyasî bi seferberkirina yek bi yekê hêzan ji bo hilweşandina Tirkiyê ji aliyê rojava va biqewime."

Hêjayî gotinê ye, axaftina Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkîyê bi awayekî berfireh tûşî berteka aliyên siyasî û medyayî bû.

Gelek karzan van gotinan ji ber tirsa hikûmeta niha û pêşzemîneyek ji bo têkbirina encama ne bi dilê hikûmetê di roja piştî hilbijartinê bi behaneya vala ya darbeyê zanîn.

 

Serepeyv