Nîsan 18, 2023 18:02 Asia/Tehran
  • Kirrîn û firotina malan li Tirkiyê sedî 21 kêm bûye

Navenda amaran a Tirkiyê ragihand ku kirrîn û firotina malan di meha Adara sala 2023’an da anegorî dema wek wê ya par sedî 21.4 kêm bûye.

Anegorî ragihandina Navenda Amaran a Tirkiyê, firotina malan di sê mehên destpêkê yên îsal da anegorî mideha wek wê ya sala par, sedî 11.5 kêm bûye. Anegorî vê raporê, di meha Adara îsal da li Tirkiyê 105 hezar û 476 mal hatine firotin.

Asta herî zêde ya kirrîn û firotina malan di meha Adarê da li Tirkiyê li bajarên Stenbolê bi 18 hezar û 166 mala, Enqere bi 12 hezar û 23 malan û Antaliya bi 6 hezar û 120 malan bûye. Karzanên aboriyê li Tirkiyê jirdaçûna zamê û herwiha dûhatên ji ber erdhejên vê dawiyê, sedemên şûndamayîna di pişka avahîçêkirinê li vî welatî didin zanîn.

 

Serepeyv