Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê: Em mercê derketina ji Sûrîyê qebûl nakin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i340711-wezîrê_karên_derve_yê_tirkîyê_em_mercê_derketina_ji_sûrîyê_qebûl_nakin
Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê ragihand ku Enqereyê ti mercek ji bo destpêkirina peywendîyan digel Şamê tineye û derketina hêzên dewleta Tirkîyê ji axa Sûrîyê jî qebûl nake.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 15, 2023 13:11 Asia/Tehran
  • Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê: Em mercê derketina ji Sûrîyê qebûl nakin

Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê ragihand ku Enqereyê ti mercek ji bo destpêkirina peywendîyan digel Şamê tineye û derketina hêzên dewleta Tirkîyê ji axa Sûrîyê jî qebûl nake.

Di halekî da ku Tirkîyê beşeke berfire ya axa Sûrîyê dagir kirîye û ev yeka bûye sedema nerazîbûna tund a Şamê, Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê ‘Mewlûd Çavûşoglu’ ragihand ku Enqereyê ti mercek ji bo destpêkirina peywendîyan digel Şamê tineye û derketina hêzên dewleta Tirkîyê ji axa Sûrîyê jî qebûl nake.

Çavûşoglu herwiha got: Destpêkirina peywendîyan digel Sûrîyê di siberojê da pêkan e, lê ji bo vê yekê hela jî helweke zêde pêwîst e û Tirkîye mercê vekişîna ji axa Sûrîyê qebûl nake.

Serokkomarê Sûrîyê bi caran ragihandîye ku mercê destpêkirina peywendîyan digel Tirkîyê û nemaze hevdîtina digel Serokkomarê vî welatî ‘Receb Teyyîb Erdogan’ ‘‘derketina tam û bê merc a hêzên artêşa Tirkîyê ji hemî axa Sûrîyê û rawestandina piştgirîya Enqereyê ji komên terorîst’’ e.