Nîsan 10, 2023 16:26 Asia/Tehran
  • Rêûrisma hişyarmayîna Şeva Qedrê li Tirkiyê hat lidarxistin

Rêûrisma hişyarmayîna şeva 19an a meha pîroz a Remezanê wek yekem Şeva Qedrê li Enqereya paytexta Tirkiyê hat lidarxistin.

Şevên 19, 21 û 23ê meha Remezanê Şevêîn Qedrê ne û misilman bi hişyarmayîn, hilgirtina Quranê li serî, duakirin û xwendina Duaya Cewşen-Kebîrê, digel Xwedayê xwe dikevin sohbet û raz û niyazê.

Şeva Qedrê şevek e ku di tevahiya salê da ti şevek weke wê bi şan û cîgeh nîne û pêngavrakirina tê da baştir ji pêngavrakirina di hezar mehî da ye û tê da qedera sala bê ya însên tê nivîsîn.

Berbanga 19ê Remezana sala 41ê ya Koça Hetawî Ibni Mulcemê Muradî ji Koma Xewaricê dema ku Hezretê Elî (S) nimêja sibehê dikir, şûra xwe ya jehravî li seriyê wî yê pîroz xist.

Îmam Elî (S) piştî vê derbeyê li mala xwe hat razandin û du rojan piştra yanî 21ê Remezanê şehîd bû.

Li gorî rapora IRIB News'ê, Di vê rêûrismê da ku li Şêwirmendiya Çandî ya Komara Îslamî ya Îranê û bi beşdariya îraniyên niştecihê Tirkiyê hat lidarxistin, beşdaran bi danîna Quranê li ser serî û bilêvkirina "Bike Ya Ellah", ji Xwedê daxwaza lêborînê kirin.

Her wiha beşdaran bi xwendina nûheyan û Sînezeniyê ji bo Şehîdê Mihrabê (Hezretê Elî (S)) şîn girtin.

 

Serepeyv