Adar 26, 2023 14:56 Asia/Tehran
  •  Tirkiye hêvîdar e civîna çaralî bi beşdariya Îranê li dar bixe

Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê hêvîdariya xwe derheq lidarxistina civîna çaralî derbarê Sûriyê bi beşdariya Îranê diyar kir.

‘Îbrahîm Kalîn’ Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê di axaftinekê da got: “Hewldanên ji bo lidarxistina civîna çaralî bi beşdariya Îran û Rûsyê derbarê Sûriyê didomin û ev civîn di dema niha da dê di asta serokan da nebe.”

Îbrahîm Kalîn Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê her wiha tevî şermezarkirina piştevaniya Waşîngtonê ji hin komên li Sûriyê ku Tirkiye wan wek komên terorîstî dizane, got: Me ji rayedarên amerîkî ra ragihandiye ku hevkariya vî welatî digel sazûmanên terorîstî li navçeyên bakurê Sûriyê li dijî hevpeymaniya navbera du welatan e.

Kalîn her wiha tevî amajeya bi vêya ku Tirkiyê hîn biryara xwe ya herî dawî derbarê endamtiya Swêdê li NATO’yê nedaye, got: Her tişt girêdayî bi kiryarên Stokholmê ye.

 

 

Serepeyv