Adar 22, 2023 18:54 Asia/Tehran
  • Buldan: “Em berbijêrê Serokkomariyê nadin nasandin”

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldanê ragihand ku partiyên ku ‘Hevpeymaniya Ked û Azadiyê’ pêk tînin, dê di hilbijartina 14ê Gulanê ya Serokkomarî û Hilbijartina Giştî ya Parlamenteriyê ya Heyama 28mîn de berbijerê serokkomariyê nedin nasandin.

îro Çareşemê 22ê Adara 2023an ‘Hevpeymaniya Ked û Azadiyê’ ku HDP serkêşiya wê dike li Enqereyê li ser birbijêrê Serokkomariyê bo hilbijartinên 14ê Gulanê civiya û bi daxuyaniyeke çapemeniyê ji raya giştî re eşkere kir.

Daxuyaniya hevbeş ji aliyê Hevseroka Giştî ya HDP’yê Pervin Buldan ve hat xwendin û tê de diyar kir, ji ber ku piştî erdhejên 6ê Sibatê yên Mereşê şert û merc guherîn, wan helwesta xwe ya destnîşankirina namzedê serokkomariyê careke din nirxand.

Pervin Buldanê amaje bi wê yekê kir ji bo têkbirina Serokkomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê ‘Receb Teyyîb Erdogan’ ku berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur e, ew di hilbijartinên Serokkomariyê de berbijêr dernaxînin û got: “Polîtîkayên civakî û aborî yên bîst salên dawî yên desthilatdariya AKP’yê li her qada jiyanê bûye sedema wêranbûneke mezin.”

 

Serepeyv