Vîdyo | Bazara hinardekirinê ya pêşeyên Zanistbingeh ên îranî li Pêşangeha Navneteweyî ya Stenbolê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i340244-vîdyo_bazara_hinardekirinê_ya_pêşeyên_zanistbingeh_ên_îranî_li_pêşangeha_navneteweyî_ya_stenbolê
Dora sîhem a Pêşangeha Alavên pizîşkî û dora 16an a pêşangeha nift, gaz, petrokîmya û teknolojiyê ya welatên Ewrasyayê bi beşdariya kompaniyên zanistbingeh ên îranî li navenda pêşangehên navneteweyî ya Stenbola Tirkiyê (TÛYAP) dest pê bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 19, 2023 13:49 Asia/Tehran
  • Vîdyo | Bazara hinardekirinê ya pêşeyên Zanistbingeh ên îranî li Pêşangeha Navneteweyî ya Stenbolê

Dora sîhem a Pêşangeha Alavên pizîşkî û dora 16an a pêşangeha nift, gaz, petrokîmya û teknolojiyê ya welatên Ewrasyayê bi beşdariya kompaniyên zanistbingeh ên îranî li navenda pêşangehên navneteweyî ya Stenbola Tirkiyê (TÛYAP) dest pê bû.

 

Li odeyên alavên pizîşkî hin berhem bi asta hitbarê ya pêşketî hatine nîşandan; alavên ku di yekem saetên destpêbûna pêşangehê da bala serdaneran kişandine û heta qonaxa girêdana girêbesta hinardekirinê pêş da çûne.

Odeya Nift, Gaz û Petrokîmyayê jî bo cara yekem potensiyekên Îranê di warê alav û teknolojiya enerjiyê nîşanî serdaneran dide.

Dora sîhem a Pêşangeha Alavên pizîşkî û dora 16an a pêşangeha nift, gaz, petrokîmya û teknolojiyê ya welatên Ewrasyayê bi beşdariya berhemênerên welatên Ewrasyayê ji 25 heta 27ê meha Isfendê li navenda pêşangehên navneteweyî ya Stenbolê tê lidarxistin.