Serokkomarên Qirqîzistan û Tirkiyê hevdîtin pêk anîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i340197-serokkomarên_qirqîzistan_û_tirkiyê_hevdîtin_pêk_anîn
Serokomarên Tirkiye û Qirqîzistanê li Enqereyê derbarê hevkariyên dualî û çendalî gotûbêj kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 17, 2023 13:00 Asia/Tehran
  • Serokkomarên Qirqîzistan û Tirkiyê hevdîtin pêk anîn

Serokomarên Tirkiye û Qirqîzistanê li Enqereyê derbarê hevkariyên dualî û çendalî gotûbêj kirin.

Li gorî rapora Fars News’ê, “Sadîr Cebarov” Serokkomarê Qirqîzistanê roja Pêncşemiyê li Enqereyê digel “Receb Teyyîb Erdogan” Serokkomarê Tirkiyê civiya.

Berfirehkirina peywendiyên Tirkiye û Qirqîzistanê di warên tenduristî, fêrkarî û geştyariyê ji mijarên gotûbêja Cebarov û Erdogan bûn.

Erdogan pesna hevpêşeyê xwe yê qirqîz ji ber alîkariyên Qirqîzistanê li pey erdhejên 6ê Sibata 2023an li Tirkiyê da.

Wî her wiha rezamendiya xwe ji dewama berfirehkirina danûstandinên bazirganî navbera du welatan diyar kir û du aliyan zêdekirina asta danûstandinên bazirganî heta 2 miliyar dolarî wek armanc diyar kirin.

Cebarov jî tevî sersaxîdana dubare li ziyandîtiyên erdhejê li Tirkiyê, li ser piştevaniya gelê Qirqîzistanê ji Tirkiyê teqez kir.