Jordaçûna hejmara gorîyên lehîyê li navçeyên erdhejlêketî yên Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i340156-jordaçûna_hejmara_gorîyên_lehîyê_li_navçeyên_erdhejlêketî_yên_tirkiyê
Wezîrê Karên Hundur ê Tirkiyê ragihand ku hejmara kesên candayî ji ber lehîya giran a li başûrê vî welatî rabû 14 kesan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 16, 2023 12:32 Asia/Tehran
  •  Jordaçûna hejmara gorîyên lehîyê li navçeyên erdhejlêketî yên Tirkiyê

Wezîrê Karên Hundur ê Tirkiyê ragihand ku hejmara kesên candayî ji ber lehîya giran a li başûrê vî welatî rabû 14 kesan.

Wezîrê Karên Hundur ê Tirkiyê “Silêman Soylo“ got ku li navçeyên ku ji ber erdheja di 6’ê Sibatê de tûşî zîyanê bûne, ji sibeha Sêşemiyê va baraneka guj dibare.

Wî herwiha got: Baran sibeha Çarşemiyê li parêzgehên Şanlî Ûrfa û Adiyaman û Meletiyê giran bû û bû sedema lehiyê.

Wezîrê Karên Hundur ê Tirkiyê got ku di encama lehiyê  da heta nika 12 kesan li parêzgeha Şanli Ûrfayê û 2 kesan jî li parêzgeha Adiyamanê canê xwe ji dest dane.

Soylo herwiha got ku heta niha 5 kes jî bêserûşûn in û lêgerîna bo peydakirina wan didome.

Kanala TRT Haber’ê ya Tirkiyê jî ragihand ku xisarên zaf li bajar û binesazî û cadeyên başûrê Tirkiyê ketine û lehiyê hin xêvet û kanêksên welatiyên erdhejlêketî bi xwe re birine û xêvetên ku muhtemel e av derbasî nav wan bibe hatine valakirin.