Adar 08, 2023 14:47 Asia/Tehran
  • Serokê MHP’yê: “Me erdnigarîyek bi navê Amed tineye, silav li hogirên netewperest ên Bursaspor’ê”

Serokê Partîya Hereketa Neteweyî (MHP) ji ber ‘‘Nîşandana xîreta netewperestane’’ û êrişa ser fûtbolîstên tîma Amedspor’ê destxweşî li hogirên Bursaspor’ê kir û got: “Li Tirkîyê cîyek bi navê Amed tineye.”

Serokê MHP’yê “Dewlet Baxçelî” wek berteka hibmerî êrişa nijadperestane ya hogirên Bursaspor’ê ser fûtbolîst û hogirên tîma Amedspor’ê got: “Li Tirkîyê cihek bi navê Amed tineye.” Wî hogirên kurd jî bi handana li werzîşgehê tawanbar kirin û got: “Nebe bi ti awayî basa Amedspor’ê bê kirin. Ez ji vir va silavan didim hogirên Bursapor’ê û ji ber helwestên netewperstane pîrozbahîyê li wan dikim.”

Ji hêla din va, Hevseroka HDP’yê Pervîn Buldanê jî bersiva Serokê MHP’yê “Dewlet Baxçelî” ku gotibû “Cihek bi navê Amed û tîmek bi navê Amedspor tineye’’ da û got: “Amed û Amedspor hene û tişta ku tineye nijadperest in û li vir careka din radigihînim ku Amed heye û dê hebûna xwe bidomîne. Hûn in ku dê bi gotinên nijadperestane û kiryarên xwe yên bikîn neçar in ku bar bikin û em dê we bi rê bikin.’’

Pervîn Buldanê herwiha got: ‘‘Hikûmeta AKP-MHP’yê belaya herî mezin e ku hatîye serê Tirkîyê. Ne erdhejê belkî hikûmeta rant û gendelîyê malik li me xira kirîye.’’

 

Serepeyv