Adar 05, 2023 17:34 Asia/Tehran
  • Duberetiya di Hevpeymaniya Millet’ê da; Serkeftinek ji bo hikûmeta Erdogan

Partiyên dijberê hikûmeta “Receb Teyyîb Erdogan” di civîna xwe ya vê dawiyê da ji bo danasîna berbijarê hevpar ê serokkomartiya vî welatî tûşî nakokîyê bûn û tê texmînkirin ku Îyî Partî bi serokatiya “Meral Akşener”ê ji Hevpeymaniya Millet’ê veqete.

Rêberên şeş partiyên Opozîsyonê wek dijberên hikûmeta Erdogan di bin navê “Hevpeymaniya Millet”ê de piştî civîna xwe ya vê dawiyê ragihandin: “Tevî hebûna nakokiyan di navbera partiyên opozîsyonê da, berbijarê herî dawî ji bo hilbijartina serokkomariyê dê roja 6ê Adarê were nasandin. Di civîna vê dawiyê ya partiyên opozîsyonê da, gişt partîyan ji bilî Îyî Partiyê danasîna ‘Kemal Kilîçdaroglû’ rêberê CHP’yê wek berbijarê hevpeymaniya dijberên Erdogan qebûl kirin û ji ber vê yekê, maseya şeşalî ji bo danasîna berbijarê hevpar tûşî nakokiyê bû.”

Şaredarên Enqere û Stenbolê tevî amajeya bi biryara Meral Akşenerê ji bo derketina ji hevpeymaniya şeş partiyên dijber nasyar bi Hevpeymaniya Millet’ê (hevpeymaniya partiyên dijberê Erdogan) xwestin ku hemî aliyên vê hevpeymaniyê li kêleka hev rêya xwe bidomînin.

“Mensûr Yavaş” şaredarê Enqereyê û “Ekrem Îmamoglû” şaredarê Stenbolê wek berteka li hemberî gotinên Meral Akşener seroka Îyî Partîyê ku ew ji bo berbijariya serokkomariyê di hilbijartina bê ya Tirkiyê da pêşniyar kirine, li rûpelên xwe yên torên civakî tekez kirin, çawan ku wan heta niha jî ragihandiye, ew ê berovajiya daxwaza ‘Kemal Kilîçdaroglû’ serokê Partiya Komarxwaz a Gel (CHP) pêngav ranekin.

Erdogan roja 14ê Gulana 2023an wek dema teqil ji bo lidarxistina hilbijartina seranserî li vî welatî diyar kiriye.

Tevî rapirsînên di du salên derbasbûyî de ku hemîyan nîşan dida Erdogan wê di hilbijartina di Gulanê da tûşî şikestê were, bêguman duberekî û nakokiya di hevpeymaniya dijberan da, şansê Hevpeymaniya Millet’ê bi awayekî berbiçav kêm dike. Bilekis dê şansê Erdogan ji bo serkeftina di vê hilbijartinê da zêdetir ji berê bibe.

Serepeyv