Asta zimhêrên Banka Navendî ya Tirkîyê careka din daket
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i339906-asta_zimhêrên_banka_navendî_ya_tirkîyê_careka_din_daket
Asta diravên bîyanî û zêrên zimhêrkirî yên Banka Navendî ya Tirkîyê careka din daket.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 04, 2023 11:08 Asia/Tehran
  • Asta zimhêrên Banka Navendî ya Tirkîyê careka din daket

Asta diravên bîyanî û zêrên zimhêrkirî yên Banka Navendî ya Tirkîyê careka din daket.

Li gorî nûtirîn amara Banka Navendî ya Tikrîyê, asta diravên bîyanî û zêrên zimhêrkirî yên vê bankê di 24ê Sibatê da bayê miliyarek û 429 milyon dolarî daket û ji 122 miliyar û 599 miliyar dolarî daket 121 miliyar û 170 milyon dolarî.

Herwiha asta zêrên zimhêrkirî yên Banka Navendî ya Tirkîyê bayê 20 milyon dolarî daket û ji 49 miliyar û 210 milyon dolarî daket 49 miliyar û 190 milyon dolarî.

Dewleta Tirkîyê ji bo kontrolkirina zamê li vî welatî, asta fayîzê di çend qonaxan da daxist û herî dawî daxist sedî 9ê, lê vê yekê jî ti alîkarîyek neda kontrolkirina zama bêreje.

Tevî erdhejên giran ên di 6ê Sibatê da, Serokê Odeya Pîşeyan a Stenbolê ‘Erdal Begçevan’ got: “Erdhejên vê dawîyê yê xîsarên giran li binesazîyên neteweyî, sermîyan, derfetên karkirinê, xercên berhemanînê û bi giştî rewşa abora vî welatî bixin.”