Meral Akşener: Maseya 6 partîyan êdî îradeya gel nîşan nade
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i339899-meral_akşener_maseya_6_partîyan_êdî_îradeya_gel_nîşan_nade
Seroka ÎYÎ Partiyê “Meral Akşener” ragihand, ji bo berbijêriya serokkomariyê ligel 5 partiyên ‘Hevpeymaniya Millet’ li hev nekirine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 03, 2023 14:29 Asia/Tehran
  •  Meral Akşener: Maseya 6 partîyan êdî îradeya gel nîşan nade

Seroka ÎYÎ Partiyê “Meral Akşener” ragihand, ji bo berbijêriya serokkomariyê ligel 5 partiyên ‘Hevpeymaniya Millet’ li hev nekirine.

Meral Akşener, piştî civîna ligel berpirs û parlamenterên partiya xwe konferansa rojnamevaniyê saz kir.

Akşener got: “Di civîna duh de me behsa berbijêrê serokkomariyê yê hevbeş kir. 5 partiyên opozîsyonê ligel berbijêriya Kilicdaroglu ne. Me bo berbijêriya serokkomariyê ‘Mansur Yavaş’ û ‘Ekrem Îmamoglu’ pêşniyar kir. Pêşniyarên me yên aqilane ji aliyê wan pênc partiyan ve hatin redkirin. Erka sereke ya li ser milê me, parastina welatê me ye. Maseya 6 partîyan êdî îradeya gel nîşan nade.”

Meral Akşener bang li Mansur Yavaş û Ekrem Îmamoglu kir ku di pêvajoya berbijêriya serokkomariyê de berpirsiyariyê werbigrin.