Erdheja nû ya 5.6 Rîşterî li Tirkiyê; kuştiyek û 69 birîndar
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i339811-erdheja_nû_ya_5.6_rîşterî_li_tirkiyê_kuştiyek_û_69_birîndar
Navenda Rêveberiya Bûyerên Çavrênekirî ya Tirkiyê (AFAD) ragihand ku erdhejeke 5.6 Rîşterî navçeya “Yêşîl Yûrt”a bajarê Meletiyê li başûrê vî welatî hejand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 27, 2023 14:16 Asia/Tehran
  •  Erdheja nû ya 5.6 Rîşterî li Tirkiyê; kuştiyek û 69 birîndar

Navenda Rêveberiya Bûyerên Çavrênekirî ya Tirkiyê (AFAD) ragihand ku erdhejeke 5.6 Rîşterî navçeya “Yêşîl Yûrt”a bajarê Meletiyê li başûrê vî welatî hejand.

AFAD’ê ragihand ku ev erdheja siet 12:04 li gor dema herêmê parêzgeha erdhejlêxistî û kavilbûyî ya Meletiyê hejand û li parêzgehên derdorê bi taybet li Gazîentepê jî hat hîskirin.

 “Yûnis Sezer”, Serokê AFAD’ê piştî erdheja 5.6 Rîşterî got: Piştî erdheja roja 6ê Sibatê û di mideha 20 rojên buhurî de zêdetirî 10 hezar erdhej li navçeyên başûrî yên Tirkiyê jî hatine tomarkirin.

 Di encama erdheja giran a 6ê Sibatê li Tirkiyê de heta niha 44 hezar û 374 kesan canê xwe ji dest daye.