Sibat 22, 2023 14:49 Asia/Tehran
  • Hevserokê HDP’yê: “Şexsê Serokkomar bixwe berpirsê karesatên bi dû erdhejê ye”

Hevserokê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Serokkomarê Tirkîyê berpirsê rasterast ê jordaçûna hejmara gorîyên erdhejê û xisarên ji ber wê zanî.

Hevserokê HDP’yê Midhet Sencer di axavtinekê da ji ber karnameya hikûmetê di kontrolkirina qeyranê û lêistandina desthilatê ji rêxistinên pispor û şareza rexne kir û şexsê Serokkomar berpirsê jordaçûna hejmara gorîyên erdhejê û xisarên ji ber wê zanî û got: ‘‘Pirsa sereke ku divê bersiva wê bê dayîn ev e ku çima erdhej bû sedema kavilkarîyeke wiha berfire? Kî bi pilleyên curbicur berpirsê candayîna bi dehan hezar merivî ne?’’

Sencer dîyar kir ku hikûmetê tenê bi gotina ‘‘ev karesata ya herî giran a sedsalê ye’’ xwe ji qebûlkirina berpirsyarîyê vedizîye, lê berpirsên sereke yên van xisarana hikimdarên welêt in, divê ji desteya wezîran were pirskirin ku ‘‘Çima operasyona hawargiheştin û rizgarkirinê di saetên destpêkê yên bi dû erdhejê da zûka dest pê nebû? Kî berbenda ser rêya vî karî bû? Çima hemî derfet û potansîyelên sazî û dezgehên hikûmetê nehatin bikaranîn? Çima ekîbên hawargiheştin û rizgarkirinê yên sivîl nekarîn zûka bo herêmên erdhejlêketî bên şandin? Çima maşîn û alavên taybet bi avahîyan û maşînên hawargiheştin û alîkarîyê yên di destê sazî û dezgehên hikûmî û nehikûmî da demlidest bo herêmê nehatin şandin? Çima operasyona hawargiheştin û rizgarkirinê ya bi awayê ciddî piştî 72 saetan dest pê bû? Hûn çaverêyê çi bûn? Lê tişta ku pispor û şareza dibêjin zef zelal e. Heke tivdîrên pêwîst di demê da bihatana kirin, 4 saetan têra destpêkirina demajoya hawargiheştin û rizgarkirinê dikir. Hemî kesên têkildar nemaze Serokkomar ku hemî desthilata welêt di destê wî da ye, divê bersiva van pirsana bidin.’’

 

Serepeyv