Sibat 21, 2023 18:12 Asia/Tehran
  •  Kovareke australîyayî: “Tirkîye himber mexdûrên kurd ên erdhejê cihêkarîyê pêk tîne”

Kovara Age’yê ya Australîyayê ji zarê rayedarên kurd ên li Tirkîye û Sûrîyê nivîsî ku berpirsên hikûmeta Tirkîyê di warê gîhandina alîkarîyan bo deverên mexdûrê erdhejê da li her du welatan cihêkarîyê pêk tînin.

Rayedarên kurd ên li Sûrîye û Tirkîyê dibêjin ku berpirsên Tirkîyê di alîkarîya bo deverên erdhejlêketî da cihêkarî dikin û bi awayekî guncav alîkarîyan nagihînin kurdên wan navçana.

“Denîz Bîçer” Berpirsê Hîva Sor a Kurdan li Londonê ji vê kovarê ra gotîye ku gîhandina alîkarîyê di gellek haletan da, li deverên kurdnişîn ên Tirkîyê tenê ji bo parastina berjewendîyên hikûmetê bûye.

Wî hikûmeta Tirkîyê tawanbar kir ku di rojên destpêka erdhejê da enqest di warê gîhandina alîkarîyan bo deverên kurdên elewî da sistî kirîye.

Berpirsê Hîva Sor a Kurdan li Londonê hikûmeta Tirkîyê bi cihêkarîya hibmerî kurdan tawanbar kir û pêgirî kir ku 2 hefte ji ser erdhejê ra derbas bûne lê hela jî alîkarî negihîştine hin deverên kurdnişîn.

Hevserokê PYD’yê “Salih Muslim” jî ji Kovara Age’yê ya Australîyayê ra gotîye ku hikûmeta Tirkîyê ku hin deverên kurdnişîn ên Sûrîyê dagir kirine, di dema pêwîst da alîkarî negîhand niştecihên wan navçeyan.

 

Serepeyv