Wezîrên Derve yên Ermenistan û Tirkiyê hevdîtin pêk anîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i339542-wezîrên_derve_yên_ermenistan_û_tirkiyê_hevdîtin_pêk_anîn
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê sipasiya Ermenistanê ji ber şandina alîkariyan bo ziyandîtiyên erdhejê li Tirkiyê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 15, 2023 15:10 Asia/Tehran
  •  Wezîrên Derve yên Ermenistan û Tirkiyê hevdîtin pêk anîn

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê sipasiya Ermenistanê ji ber şandina alîkariyan bo ziyandîtiyên erdhejê li Tirkiyê kir.

Li gorî nûçeya Anatoliyê, Mewlûd Çawûşoxlû Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê roja Çarşemiyê piştî hevdîtina bi Ararat Mîrzûyan hevpîşeyê xwe yê ermenî beşarî press-konferansekê bû û got: “Ermenistanê di van rojên dijwar da destê hevaltiyê dirêjî gelê me kir.”

Wezîrê Karên Derve yê Ermenistanê jî di vê press-konferansê da got: “Ez di vê rewşa dijwar da hatime Tirkiyê ku careke din tekezî li ser daxwaza Ermenistanê ji bo pêkanîna aştiyê bikim.”

Wezareta Derve ya Ermenistanê roja Sêşemiyê bi daxuyaniyekê tevî ragihandina nûçeya serdana Mîrzûyan bo Tirkiyê, armanca vê serdanê hevgirtina tev Tirkyiê û diyarkirina hevxemiyê ji ber erdhejên vê dawiyê zanî.

Li gorî vê daxuyaniyê, Mîrzûyan piştî hevdîtina bi Çawûşoxlû li Enqereyê, dê serdana Semsûrê bike.