Sibat 09, 2023 16:07 Asia/Tehran
  • Hejmara gorîyên erdheja li Tirkîye û Sûrîyê ji 15000 kesî derbas bû

Li gorî dawîn amarên têkildarî gorîyên erdheja giran a li Tirkîye û Sûriyê, heta vê gavê 15 hezar û 433 kesî canê xwe ji dest dane.

Li gorî dawîn amarên têkildarî gorîyên erdheja giran a 7.8 rîşterî li Tirkîye û Sûriyê, heta vê gavê zêde ji 15000 kesî li Tirkîye û Sûrîyê canê xwe ji dest dane.

Dewleta Tirkiyê ragihand ku heta vê gavê 12 hezar û 391 kesan canê xwe ji dest dane û nêzî 65 hezar kes jî birîndar bûne.

Li gişt Sûriyê jî heta nika 3 hezar û 42 kesan canê xwe ji dest dane û zêde ji 5 hezar û 700 kes jî birîndar bûne.

Piştî vê erdhejê, Erdogan, serokkomarê Tirkiyê hefteyekê “Tazîdariya Giştî” li vî welatî ragihand û operasyona alîkarîgîhandin û lêgerînê li navçeyên erdhejlêketî jî hîna didome û tê gotin rewşa navçeyên erhejlêketî yên her du welatan jî ji ber berfirebûna kavilan û sirra giran qeyranî ye.

 

Serepeyv