Hemî hêzên HDP’yê ji bo alîkariya bo mexdûrên erdhejê hatin seferberkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i339332-hemî_hêzên_hdp’yê_ji_bo_alîkariya_bo_mexdûrên_erdhejê_hatin_seferberkirin
Partiya Demokratîk a Gelan a Tirkiyê (HDP) bi damezirandina Erkantiya Qeyranê hemî hêzên xwe ji bo alîkariya bo mexdûr û ziyandîtiyên ji ber erdhejê seferber kirin.
(last modified 2023-08-28T12:11:04+00:00 )
Sibat 06, 2023 13:29 Asia/Tehran
  •  Hemî hêzên HDP’yê ji bo alîkariya bo mexdûrên erdhejê hatin seferberkirin

Partiya Demokratîk a Gelan a Tirkiyê (HDP) bi damezirandina Erkantiya Qeyranê hemî hêzên xwe ji bo alîkariya bo mexdûr û ziyandîtiyên ji ber erdhejê seferber kirin.

HDP’yê bi weşandina daxuyaniyekê ragihand ku hin bernameyên xwe yên vê hefteyê îbtal kirine û Erkantiya Têkoşîna dijî Qeyranê li parêzgehên erdhejlêqewimî damezirandiye.

Li gorî daxuyaniya belavbûyî li malpera fermî ya HDP’yê, desteyek bi serokatiya “Perwîn Bûldan” Hevseroka HDP’yê li Amedê û desteyeke din bi serokatiya “Mîdhet Sencer” Hevserokê din ên HDP’yê li Edeneyê civînan li dar dixin.

Li gorî ragihandina HDP’yê, hemî erkantiyên parêzgehan û hêzên cûr bi cûr ên vê partiyê bi mebesta raberkirina alîkariyan bo ziyandîtî û mexdûrên erdhejê ketine rewşa seferberiyê.

Di halekî da ku operasyona alîkarîgihandin û filitandinê li deverên kurdnişîn didome, li gorî raporên seretayî li Parêzgeha Ûrfayê ya Tirkiyê hejmara candayîyên ji ber erdhejê gihîştiye 20 kesî û 100 kes jî birîndar bûne.