Reşnivîsa lihevkirina şeş partiyên Opozîsyona Tirkîyê hat weşandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i339215-reşnivîsa_lihevkirina_şeş_partiyên_opozîsyona_tirkîyê_hat_weşandin
Serokên şeş partîyên Opozîsyona Tirkîyê reşnivîsa lihevkirinnameya sîyasetên hevpar a Hevalbendîya Millet’ê weşandin û garantî dan ku heke di hilbijartinên Tirkîyê da bi ser kevin, Tirkîyê bizivirînin projeya Amerîkayê ya çêkirina balafirên cengê yên F-35’ê û biryarên Dadgeha Mafên Merivan a Ewropayê bi cih bînin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 02, 2023 10:06 Asia/Tehran
  • Reşnivîsa lihevkirina şeş partiyên Opozîsyona Tirkîyê hat weşandin

Serokên şeş partîyên Opozîsyona Tirkîyê reşnivîsa lihevkirinnameya sîyasetên hevpar a Hevalbendîya Millet’ê weşandin û garantî dan ku heke di hilbijartinên Tirkîyê da bi ser kevin, Tirkîyê bizivirînin projeya Amerîkayê ya çêkirina balafirên cengê yên F-35’ê û biryarên Dadgeha Mafên Merivan a Ewropayê bi cih bînin.

Serokên şeş partîyên Opozîsyona Tirkîyê reşnivîsa lihevkirinnameya sîyasetên hevpar a Hevalbendîya Millet’ê weşandin ku vegerandina Tirkîyê nav projeya Amerîkayê ya çêkirina balafirên cengê yên F-35’ê û bicihanîna biryarên Dadgeha Mafên Merivan a Ewropayê ji wan mijarên herî girîng ên di wê da ne.

Di reşnivîsa lihevkirinnameya sîyasetên hevpar a Hevalbendîya Millet’ê 9 babet wek mijarên sereke û zêde ji 2 hezar xalên cûr bi cûr têkildarî sîyaseta hikûmetê û hin rêyên birêvebirina welêt cî girtine.

Serokên Opozîsyona Tirkîyê di vê lihevkirinnameyê da soz dane ku desthilata Serokkomar a biryardanê bi dawî bînin.

Her Serokkomarek dikare bo dewreke heftsalî were bijartin, paşê ji partîya xwe tê wêdadayîn û piştî bidawîhatina dewra serokkomartîyê idî nikare bizivire qada sîyasetê.