Sibat 01, 2023 19:53 Asia/Tehran
  • Daketina asta ticareta derve ya Tirkîyê didome

Kêmbûna ticareta derve ya Tirkîyê ji Çilleyê heta Kanûna sala 2022an sedî 137 zêde bûye û ji 46 milyar û 211 milyon dolarî rabûye 109 milyar û 539 milyon dolarî.

Li gorî amarên fermî ku li Tirkîyê hatine belavkirin, asta zamê li vî welatî ya di mehên dawîyê da ji sedî 85ê derbas bûye û rabûye asta herî bilind a ji sala 1997an va.

Navenda Amaran a Tirkîyê (TUIK) amara ticareta derve ya di meha Kanûnê da ragihand ku li gorî wê kêmbûn û daketina ticareta derve ya Tirkîyê di meha Kanûnê da sedî 42 jorda çûye û anegorî vê mehê ya sala buhurî ji 6 milyar û 832 milyonî rabûye 9 milyar û 701 milyon dolarî.

Di vî halî da, asta hinardekirinê anegorî kirrînê di Kanûna sala 2021ê da sedî 76.5 bû, di Kanûna sala 2022an da daket sedî 70.3yê.

Herwiha asta kirrîna ji derva bêyî hesibandina enerjî û zêrên bêyî dirêv di meha buhurî da sedî 0.5 jorda çû û ji 21 milyar û 591 milyon dolarî rabû 21 milyar û 704 milyon dolarî.

 

Serepeyv