Çile 29, 2023 19:16 Asia/Tehran
  •  Ger HDP hilweşe, bijardeyên wê çi ne?

Karzanekî mijarên siyasî, vekirina dosyeya hilweşandina Partiya demokratîk a Gelan (HDP) li Tirkiyê meseleyeke siyasî da zanîn got ev partiya dikare li hinek navçeyên giring, bi piştgiriya ji berbijarên opozîsyonê, hikûmetê tembî bike.

 Qedrî Gursel, Karzanekî mijarên siyasî ser vê bawerê ye ku ev partiya kurdî ku pêştir karîbû bi derbaskirina asta sedî 10’ê derbasbûna  xwe nav parlemanê bixe rojevê, ger xebatên wê werin qedexekirin jî, dikare bi rêya partiyên din an jî bi awayê serbixwe beşdarî hilbijartinên Tirkiyê bibe.

 Wî bal kişand ser vê yekê ku HDP, nûnerê tevgerekê ye ku bi caran xebata endamên wê li Tirkiyê hatiye qedexekirin û got: “Ev partiya ger ji aliyê Dezgeha Dadê ya Tirkiyê va were hilweşandin, dikare hin rêçareyan dijî qedexetiya xebata partiya xwe û endamên xwe peyda bike û dikare tola xwe ji hikûmeta Tirkiyê hilde û bi piştgiriya ji berbijarên Opozîsyonê li navçeyên giring, hikûmeta Erdogan tembî bike.”

 

Serepeyv