Çile 17, 2023 19:35 Asia/Tehran
  •  Tirkîyê mercek ji bo Swêdê kivş kir

Wezîrê Dadwerîyê yê Tikrîyê ragihand: “Heta dema ku Stokholm piştgirîyê bide komên terorîst ên li gorî nêrîna Enqereyê, Tirkîye dê ser endametîya Swêdê di NATO’yê da razî nebe.”

Çend roj berî nika hogirên PKK’yê li şarê Stokholma paytexta Swêdê, xwenîşandanek dijî Tirkîyê li dar xistin û di wê xwenîşandanê da bilî rakirina reşê Erdogan Serokkomarê Tirkîyê bi durişman dijî wî derketin.

Bi dû vê xwenîşandanê, Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê balyozê Swêdê li Enqereyê vexwend û nerazîbûna xwe ji ber vê yekê ku Stokholmê rê li ber xwenîşandana dijî Tirkîyê negirtîye, ragihandê.

Serokê Meclîsa Tirkîyê jî di vê çarçovê da, rê li ber seredana kivşkirî ya hevpostê xwe yê swêdî ya Enqereyê girt.

Wezîrê Dadwerîyê yê Tirkîyê Bekir Bozdag jî îro got: “Heta dema ku Swêd çavê xwe ser liv û tevgerên komên terorîst ên kurd da bigire, nikare çaverê be ku Tirkîye piştgirîyê bide endametîya wî welatî di NATO’yê da.”

 

Serepeyv