Çile 16, 2023 14:20 Asia/Tehran
  • Erdogan mukir hat; Swêd û Fenland guh nadin şerta Tirkiyê ji bo tevlêbûna li NATO'yê

Serokkomarê Tirkiyê got: Swêd û Fenlandê guh nedan şerta Tirkiyê ji bo tevlêbûna li NATO'yê.

Receb Teyîb Erdogan berêvara Yekşemiyê got: Şerta Enqereyê ji bo ku endamtiya Swêd û Fenladê li NATO'yê bipûejirîne ev bû ku ew 130 terorîstan radestî Tirkiyê bikin; lê van welatan guh nedan vê şertê û ev kar nekirin.

Serokkomarê Tirkiyê her wiha got: "Em xwenîşandana berfireh a koma terorîstî ya PKK'yê li kolanên Swêdê dibînin, tiştê ku me pêştir derbarê wê hişyarî dabû; Lê mixabin ev xwenîşandan nehat rawestandin."

Serokkomarê Tirkiyê her wiha Swêd hişyar kir, eger kiryarên handêr ji aliyê PKK'yê va li Swêdê neyên rawestandin, gêreya di peywendiyên me û Swêdê dê girantir bibe.

Vê dawiyê komeke dijberên Tirkiyê wek nîşandana nerazîtiyê, qeretûyek bi şeklê Receb Teyîb Erdoxan serokkomarê Tirkiyê li derveyî avahiya Şaredariya Stokholmê daleqandin.

 

Serepeyv