Sancar: “Ti peywendiya me bi PKK’yê re nîne”
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i338741-sancar_ti_peywendiya_me_bi_pkk’yê_re_nîne
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand ku ew wek partiyeke siyasî, li Tirkiyê siyaseta demokratîk dikin û ti peywendiyeke wan bi PKK’yê re nîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 11, 2023 11:18 Asia/Tehran
  • Sancar: “Ti peywendiya me bi PKK’yê re nîne”

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand ku ew wek partiyeke siyasî, li Tirkiyê siyaseta demokratîk dikin û ti peywendiyeke wan bi PKK’yê re nîne.

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar şeva buhurî di bernemaya televîzyoneke Tirkiyê de li ser civîna Dadgeha Destûra Bingehîn a vî welatî têkildarî dosîyeya daxistina HDP’yê got:

“Îro yek ji qonaxên girîng ên doza girêdanê pêk hat. Eşkere ye ku dê bandora desthilatê li ser biryara Dadgeha Destûra Bingehîn hebe. Lê ya girîng ew e kîjan ji van biryaran dê kingî derkeve. Derketina biryarê beriya proseya hilbijartinan girîng e. Lê hiştina vê biryarê bo piştî hilbijartinan bo hiqûq û wijdanê herî guncav e. Em dê daxwazeke wiha ji Dadgeha Destûrê bikin.”