MAK: Dengên maseya şeş partîyan ji yên Tifaqa Cumhur`ê zêdetir in
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i338724-mak_dengên_maseya_şeş_partîyan_ji_yên_tifaqa_cumhur_ê_zêdetir_in
Li gor rapirsiya Kompanya Rapirsîyan a MAKê, rêjeya dengên maseya şeş partîyan ku partiyên opozîsyonê ne %45.6 e û rêjeya dengên Tifaqa Cumhur ku ji partiyên desthilatdar AKP û MHPê pêk tê %40.6 e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 10, 2023 10:41 Asia/Tehran
  • MAK: Dengên maseya şeş partîyan ji yên Tifaqa Cumhur`ê zêdetir in

Li gor rapirsiya Kompanya Rapirsîyan a MAKê, rêjeya dengên maseya şeş partîyan ku partiyên opozîsyonê ne %45.6 e û rêjeya dengên Tifaqa Cumhur ku ji partiyên desthilatdar AKP û MHPê pêk tê %40.6 e.

Serokê Kompanya Rawêjkarî û Rapirsîyan a MAKê Mehmet Ali Kulat, encamên rapirsiya dawî ya ku li 61 bajarên Tirkiyê bi pişikdarîya 5 hezar û 700 kesan hatiye lidarxistin, eşkere kirin.

Li gor encaman rêjeya dengên maseya şeş partîyan %45.6 û rêjeya dengên Tifaqa Cumhur %40.6 e. Rêjeya dengên HDPê %8.4 e. Rêjeya dengên bêbiryar jî %4 e.

Herwiha %33ê beşdarên rapirsîyê gotine eger maseya şeş partîyan desthilatê bigire destê xwe, dikare pirsgirêkan çareser bike, %25an gotine dibe ku çareser bike û %34an gotine ew bawer nakin maseya şeş partîyan bikaribe pirsgirêkan çareser bike.

Encamên rapirsîyê wiha ne:

AKP: %34.3

CHP: %25

ÎYÎ Partî: %15.6

HDP: %8,4

MHP: %6.3

DEVA: %2.5

Partiya Pêşerojê: %1,2