Çile 07, 2023 16:43 Asia/Tehran
  •  Akar: Tirkiye pêla nû ya koçberên sûrî wernagire

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê ragihand ku Enqere pêla nû ya koçberên sûrî wernagire.

Ev gotina Xulûşsî Akar Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê di rewşekê da ye ku Tirkiyê di mehên dawî da bi caran amadetiya xwe ji bo pêkanîna têkiliyê bi Sûriyê ra diyar kiriye û rayedarên Enqereyê ji wan Receb Teyîb Erdoxan serokkomarê Tirkiyê û endamên din ên Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) meyl û meraqa xwe ji bo danîna têkiliyê digel Sûriyê di dema herî lez anîne ziman.

Tirkiyê di dema şerê sepandî li ser gel û dewleta Sûriyê derdora sê miliyon hemwelatiyên sûrî wergirtin û di berdêla wê jî bi miliyaran dolar ji Yekitiya Ewropayê (YE) ji bo girtina pêşiya derbasbûna wan bo Ewropayê wergirt û hema wisa vê mijarê wek amûrek ji bo anîna zextê li ser ewropiyan bi kar tîne.

Li gorî rapora Sputnik'ê, Xulûsî Akar Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê got: Min di hevdîtina digel hevpêşeyên xwe yên sûrî û ûris li Moskoyê tekez kir ku Tirkiye dê destûr nede ku pêleke nû ya awareyan ji Sûriyê bên.

 

Serepeyv