Kanûn 31, 2022 16:37 Asia/Tehran
  • Dê 'Lîreyê Dîjîtal' jî li bazara Tirkiyê were bikaranîn

Banka Navendî ya Tirkiyê ragihand ku vî welatî yekem danûstandinên pere yên bi 'Lîreyê Dîjîtal' li şebekeya dîjîtal a Lîre bi awayê serkeftî pêk anîne.

Li gorî rapora ISNA'yê, Li gorî ragihandina Banka Navendî ya Tirkiyê, Platforma 'Lîreyê Dîjîtal' dê sala 2023an bikeve xizmeta bank û kompaniyên teknolojiya darayîyê yên bijare li vî welatî û encamên ceribandina vê planê bi awayê pratîkî jî dê ji raya giştî ra bên ragihandin.

Di daxuyaniya Banka Navendî ya Tirkiyê da hatiye, Lêkolînên li ser aliyên qanûnî yên Lîreyê Dîjîtal li vî welatî nîşan didin ku naskirina dîjîtal ji bo vê bernameyê gelekî girîng e.

 

Serepeyv