Tirkîye ji ber wêdaçûn û koçberbûna pizişkan tûşî pirsgirêkeke ciddî bûye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i338478-tirkîye_ji_ber_wêdaçûn_û_koçberbûna_pizişkan_tûşî_pirsgirêkeke_ciddî_bûye
Amarên fermî li Tirkîyê nîşan didin ku di 3 salên buhurî da nêzî 14 hezar pizişk ji xizmeta hikûmî wêda çûne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 28, 2022 16:11 Asia/Tehran
  • Tirkîye ji ber wêdaçûn û koçberbûna pizişkan tûşî pirsgirêkeke ciddî bûye

Amarên fermî li Tirkîyê nîşan didin ku di 3 salên buhurî da nêzî 14 hezar pizişk ji xizmeta hikûmî wêda çûne.

Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê Fexreddîn Koca ragihand ku di 35 mehên buhurî da 13 hezar û 557 pizişk ji xizmetên hikûmî wêda çûne û di 11 mehên buhurî da jî 2 hezar û 417 pizişkan karê koçkirinê dest pê kiriye.

Eva di halekî da ye ku tevî qedexebûna wêdaçûna pizişkan di asta herî bilind a belavbûna koronayê da, di navbera salên 2020 û 2022an da nêzî 4 hezar tixtoran ji Tirkîyê koç kiriye.Amar ray didin ku her meh 400 pizişk wêda diçin û 220 pizişk jî ji Tirkîyê koç dikin.

Ev pirsgirêka di halekî da veguherîye pirsgirêkeke ciddî ji bo Tirkîyê ku hîn korona bi dawî nehatîye û ev welata pêrgî yek ji qeyranên aborî yên herî giran bûye.

Çavdêr û şiroveker ser vê bawerê ne ku heke rewşa nika bidome, pergala tenduristîyê ya Tirkîyê yê di siberojeke nêzîk da tûşî kêmbûna ciddî ya pizişkan û daketina kualîteya dermanan û dermankirinê bibe.