Hevserokên HDP’yê: Berpirsên Fransayê divê yekser bûyerê zelal bikin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i338321-hevserokên_hdp’yê_berpirsên_fransayê_divê_yekser_bûyerê_zelal_bikin
Hevserokên HDP’yê Pervin Buldan û Mithat Sancar derbarê êrîşa li Parîsa paytexta Fransayê ku di encamê da 3 kurd hatibûn kuştin, got: “Divê berpirsên Fransayê yekser bûyerê zelal bikin.”
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 24, 2022 14:30 Asia/Tehran
  • Hevserokên HDP’yê: Berpirsên Fransayê divê yekser bûyerê zelal bikin

Hevserokên HDP’yê Pervin Buldan û Mithat Sancar derbarê êrîşa li Parîsa paytexta Fransayê ku di encamê da 3 kurd hatibûn kuştin, got: “Divê berpirsên Fransayê yekser bûyerê zelal bikin.”

Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan û Mithat Sancar roja 24ê Kanûna 2022an derbarê êrîşa bo ser ‘Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya’ de li Parîsa paytexta Fransayê daxuyaniyeke niviskî belav kir û tê da tê gotin: “Di encama êrîşa hovane ya bo ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya de li Parîsa paytexta Fransayê 3 welatiyên Kurd canê xwe ji dest daye û 3 kes jî birîndar bûne. Berî her tiştî em vê êrîşa hovane şermezar dikin û sersaxiyê didin malbata wan û bo birîndaran jî silametiyê hêvî dikin.”

Li Parîsa paytexta Fransayê, doh roja Înê 23ê Kanûna 2022an bo ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya êrîşeke çekdarî hat kirin û de encamê de 3 kesan canê xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.