Kanûn 24, 2022 14:45 Asia/Tehran
  •  SOHR: Kirêgirtiyên sûrî yên Tirkiye pişta wan digire ji Lîbyayê çûn Enqereyê

Zîrevana Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ku navenda wê li Londonê ye êvara Înê îdia kir ku komeke din a kirêgirtiyên sûrî ku di çarçoveya komên bin sîvana piştevaniya Tirkiyê da çûne Lîbyayê, roja Înê berê xwe da Tirkiyê.

Li gorî rapora IRNAyê ji zarê malpera Zîrevana Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) nivîsî: Operasyona veguhestina kirêgirtiyan ji aliyê Tirkiyê va piştî rawestaneke 50 rojî, dîsan hat destpêkirin.

SOHR'ê pêştir di roja 6ê Cotmehê da ragihand ku herî kêm balefireke Tirkiyê ya leşkerî kirêgirtiyên sûrî birine Lîbyayê.

Li gorî rapora Zîrevana Mafên Mirovan a Sûriyê, ev balefir êvara Çarşemiyê, 5ê Cotmehê ji balefirgeha Enqereyê rabûye û tevî ku rêwiyên wê kirêgirtiyên sûrî bûn ku ji aliyê MIT'ya Tirkiyê va li Lîbyayê tên bikaranîn, derbasî bajarê Misrateya Lîbyayê bûye.

Zîrevana Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku nerazîtî li nav kirêgirtiyên Tirkiyê gelekî zêde bûye û tê gotin ku hin tawan hatine bihsîtin ku meaşa jî wan ji aliyê hin fermandarên wan ên leşkerî va tê dizîn.

 

Serepeyv