Pêvajoya pîrbûna gelheyê li Tirkiyê berdewam e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i338257-pêvajoya_pîrbûna_gelheyê_li_tirkiyê_berdewam_e
Zanyarî û pêşbîniyên Navenda Amara Tirkiyê nîşan didin pêvajoya berbipêş a pîrbûna gelheya vî welatî hema wisa didome.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 20, 2022 16:39 Asia/Tehran
  • Pêvajoya pîrbûna gelheyê li Tirkiyê berdewam e

Zanyarî û pêşbîniyên Navenda Amara Tirkiyê nîşan didin pêvajoya berbipêş a pîrbûna gelheya vî welatî hema wisa didome.

Li gorî amarên herî nû ji aliyê Navenda Amara Tirkiyê, gelheya zarokên di koma temenî ya heta 14 salî di heyama 2 salên derbasbûyî da kêm bûye û gihîştiye 236000 kesî.

Ev di rewşekê da ku gelheya 65 salî û mezintir li Tirkiyê bi qasî 694 hezar kesî ye.

Li gorî ragihandina Navenda Amara Tirkiyê, Di halekî da ku di sala 2007an da 18 miliyon û 642 hezar kes ji gelheya 70 miliyon û 586 hezar kesî li Tirkiyê di koma temenî ya heta 14 salî da (sedî 26,4) bûn; Ev rêje di dawiya sala 2021ê da gihîştiye 18 miliyon û 976 hezar kesî yanî sedî 22,4.

Pêvajoya pîrbûna gelheyê li Tirkiyê berdewam e û li gorî daneyên herî dawî, rêjeya kesên 65 salî û mezintir di tevahiya gelheyê da ji sedî 7.1 di sala 2020î da gihîştiye sedî 9.7 di sala 2021ê da.