Kanûn 12, 2022 15:51 Asia/Tehran
  • Lehiya kêmdîtî li Antalyaya Tirkiyê

Lehiya ku tê gotin di 50 salên derbasbûyî da nehatiye dîtin, jiyana niştecihên Antalyayê aloz kiriye.

Ji ber barîna baranê ya giran di rojên dawiyê da û rabûna lehiyê li du şaristanên Komlûca û Fînîkeyê li Antalyayê ku dikeve başûrê rojavayê Tirkiyê, zirar û ziyan li dehan avahî û çendîn hektar zeviyan ketiye.

Parêzgariya Antalyayê tevî ragihandina rewşa awarte, dibistanên van du navçeyan xistine rewşa betlaniyê.

Ji ber zêdebûna barînê, li gelek malan av derbasî qata jêrzemînê bûye û gelek erebe ji ber lehiyê ji cihê xwe cîbicî bûne û zirar li wan ketiye.

Mustefa Koloxlû şaredarê navçeya Komûlcaya Antalyayê got: Lehiyê ji bilî mal û erebeyên gel, ziyaneke mezin li zevî û gulxaneyan jî xistiye.

 

Serepeyv