Erdoxan bo cara dawiyê yê bibe berbijarê serokkomariyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i338089-erdoxan_bo_cara_dawiyê_yê_bibe_berbijarê_serokkomariyê
 Receb Teyîb Erdoxan, Serokkomarê Tirkiyê got ku ew ê bo cara dawiyê di hilbijartinên serokkomariya Hezîrana 2023'an de yê bibe berbijar.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 11, 2022 12:04 Asia/Tehran
  • Erdoxan bo cara dawiyê yê bibe berbijarê serokkomariyê

 Receb Teyîb Erdoxan, Serokkomarê Tirkiyê got ku ew ê bo cara dawiyê di hilbijartinên serokkomariya Hezîrana 2023'an de yê bibe berbijar.

Receb Teyîb Erdoxan, Serokkomarê Tirkiyê roja Şemiyê di kêleka rêûrisma destpêkirina xebata projeyan li parêzgeha Samsûnê de ragihand, ev cara dawiyê ye ku ez ê bibim berbijarê hilbijartinên serokkomariyê.

 Erogan got: Ez ê di sala 2023'an de bi piştgiriya xelkê bo cara dawiyê bibim berbijarê serokkomariyê û em ê sed saliya Tirkiyê dest pê bikin û pişt re em ê vê alaya pîroz bidin destê ciwanan.

 Li gor sîstema nû li Tirkiyê kesek herî zêde du caran dikare wek serokkomar were bijartin.

 Dewra pêncsalî ya serokkomariya Erdoxan di Hezîrana 2023'an de bi dawî dibe û behs û nîqaşên derbarê vê yekê ku ew dikare cardinê bibe berbijar an na, didomin.