Efserekî pilebilind ê Tirkiyê li Herêma Kurdistana Iraqê hat kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i338012-efserekî_pilebilind_ê_tirkiyê_li_herêma_kurdistana_iraqê_hat_kuştin
Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku li herêma “Operasyona Pençe-Kilîd`ê” efserekî wan ê komando yê pilebilind ji aliyê çekdarên PKKê ve hatiye kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 06, 2022 08:46 Asia/Tehran
  • Efserekî pilebilind ê Tirkiyê li Herêma Kurdistana Iraqê hat kuştin

Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku li herêma “Operasyona Pençe-Kilîd`ê” efserekî wan ê komando yê pilebilind ji aliyê çekdarên PKKê ve hatiye kuştin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, duh li herêma “Operasyona Pençe-Kilîd`ê” li Herêma Kurdistanê efserekî wan ê komando yê bi navê Mehmet Duman di encama teqîna mayîneke vedayî ya çekdarên PKKê de hatiye kuştin.

Artêşa Tirkiyê roja 17ê Nîsana 2022an li navçeyên Zap, Avaşîn û Metîna yên li Herêma Kurdistanê bi hinceta sekinîna himberî çekdarên PKK dest bi operasyona bi navê Pence-Kilîl`ê kir û operasyon heta niha didome.

Operasyona “Pence-Kilîd”, herêmên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê digire ber xwe.