Ji ber lihevketina utubûs û trena bajarî li Stenbolê 19 kes birîndar bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i338001-ji_ber_lihevketina_utubûs_û_trena_bajarî_li_stenbolê_19_kes_birîndar_bûn
Ji ber lihevketina utubûsa rêwîhilgir û trena bajarî li Stenbolê 19 kes birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 05, 2022 15:01 Asia/Tehran
  •  Ji ber lihevketina utubûs û trena bajarî li Stenbolê 19 kes birîndar bûn

Ji ber lihevketina utubûsa rêwîhilgir û trena bajarî li Stenbolê 19 kes birîndar bûn.

Di bûyera lihevketina utubûsê û trena bajarî da ku berbanga Duşemê li Stenbolê qewimî, 19 kes birîndar bûn ku halê çar kesan xerab hatiye ragihandin.

Trena bajarî li Kolana Fewzî Çakmakê li taxa Elîbî Koya Stenbolê ji ber lêketina li utubûsa rêwîhilgir ku dixwest ji ser rêya hesin derbas bibe, ji rê derket û li erebeyekê ket.

Tevî zêdekirina tevdîrên ewlehiyê û hişyariyên berdewam derbarê berçavgirtina qanûnan li Tirkiyê, qezayên trafîkê yên hundir û derveyî bajaran li vî welatî hema wisa dibin sebeb mirin û birîndarbûna hemwelatiyan.