Kanûn 05, 2022 11:18 Asia/Tehran
  • Helwêstên ducûre yên Tirkiyê derheq erdên Sûriyê yên dagirkirî didomin

Tevî dijayetiyên dewleta Sûriyê, serokomarê Tirkiyê tekezî li ser biryara xwe ji bo îcadkirina dîwarê ewlehiyê li wî aliyê sînorê vî welatî kir.

Receb Teyîb Erdoxan serokomarê Tirkiyê bêyî berçavgirtina dijayetiyên dewleta Sûriyê, li ser plana xwe ya îcadkirina korîdora ewlehiyê li sînorên Sûriyê tekez kir û got ku ew dixwaze vê planê li sînorên Iraqê jî bi cih bîne.

Dewleta Şamê armanca sereke ji biryara nû ya dewleta Erdoxan binpêkirina serweriya neteweyî ya Sûriyê û hewildana ji bo dagirkirina hin beşên din ji erdên vî welatî zaniye. Lê dewleta Enqereyê hertim tekez kiriye ku timaya erdên Sûriyê nake, lê di pratîkê da hemî tevgerên Tirkiyê bi awayekî timakariya li ser erdên welatên cînar tên zanîn.

Serokomarê Tirkiyê ku welatê wî di salên dawî da hin deverên Iraq û Sûriyê dagir kirine, îdia kir ku hin welat li dijî hewildana Enqereyê ji bo dabînkirina ewlehiya sînorên Tirkiyê ne.

 

Serepeyv