Gefxwarina Erdogan ji bo dagirkirina axa Sûriyê berdewam e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i337979-gefxwarina_erdogan_ji_bo_dagirkirina_axa_sûriyê_berdewam_e
 Erdogan di gefe din dijî bakurê Sûriyê de ragihand ku ew ji bo kemlandina zîvala ewlehiyê ya bi panatiya 30 kîlometreyî li bakurê Sûriyê ku tê wateya dagirkirina beşeke din a axa vî welatî, cidî ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 04, 2022 14:38 Asia/Tehran
  • Gefxwarina Erdogan ji bo dagirkirina axa Sûriyê berdewam e

 Erdogan di gefe din dijî bakurê Sûriyê de ragihand ku ew ji bo kemlandina zîvala ewlehiyê ya bi panatiya 30 kîlometreyî li bakurê Sûriyê ku tê wateya dagirkirina beşeke din a axa vî welatî, cidî ye.

Erdogan di kêleka merasima destpêkirna xebata rêyekê li parêzgeha Şanlî Ûrfayê de got: Pêkanîna zîvala ewlehiyê ya bi panatiya 30 kîlometreyî li nav axa Sûriyê di dirêjahiya sînorên başûrî yên Tirkiyê de dê bidome û êrişên komên terorîstî dê welêt ji biyara cidî ya ewlehkirina sînorên başûrî venegrîne.

Serokkomarê Tirkiyê wek bereka derheq dijberiya Amerîka û Rûsiyê li hemberî êrişa eskerî ser bakur û rojhilata Sûriyê got: Ew ji hezaran kîlometre wêdetir hatine û alayên xwe bilind kirine û bo ewlehî û berjewendiyên xwe şerê bi wekalet bi rê xistine. Her wiha ew li dijî hewldana Tirkiyê bo dabînkirina ewlehiya îsnoran û parastina canê welatiyên xwe ne û tenê tişta ku ji wan re giring e berjewendiyên wan ên siyasî û aborî ne.

Hêjayî gortinê ye ku siyasetên Erdogan, derheq piştgiriya ji komên ser bi DAIŞ`ê û El-Qayîdeyê ku pirraniya wan wek komên terorîstî hatine naskirin, her wiha dagirkirina hin beşên axa Sûriyê, yek ji hegerên pêkanîn û dewama qeyranê li Sûriyê tê hesab.