Tirkiye: Em ê ti wextî îzna çalakiya komên terorîst li navçeyê nedin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i337949-tirkiye_em_ê_ti_wextî_îzna_çalakiya_komên_terorîst_li_navçeyê_nedin
 Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyê ragihand: Em ê ti wextî îzna çalakiya komên terorîst li navçeyê nedin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 02, 2022 15:13 Asia/Tehran
  • Tirkiye: Em ê ti wextî îzna çalakiya komên terorîst li navçeyê nedin

 Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyê ragihand: Em ê ti wextî îzna çalakiya komên terorîst li navçeyê nedin.

Li gorî rapora Televîzyon El-Meyadînê, Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyê ku bi serokatiya Receb Teyîb Erdoxan, Serokkomarê vî welatî hat lidarxistin, di daxûyaniya dawiyê ya civîna xwe de ragihand: Ji operasyona ku li nav û derveyî Tirkiyê cih hat, agehdar e û piştgiriyê jê dike. Receb Teyib Erdogan ji rayedarên Atênê xwest ku bila dev ji çekdarkirina giravên deryaya Êjeyê berde.

 Yûnanistan û Tirkye ev çend dehek in ku li ser hinek meseleyên weke çavkaniyên enerjiyê, binpêkirina qada asimanî û deryayî, mijara Qibrisê û penaberan bi wan re pirsgirêka wan heye; Kêşeya ku du welat heta bereberê şêr jî birine.

 Her wha kiryara Atênê ya biçekkirina giravên deryaya Êjeyê bi weşandina wêneyên xwefirran ji guhestin û bichkirina erebeyên eskerî yên Yûnanistanê li giravên Mîdîlî û Sîsamê jî rastî berteka tund a rayeadrên Enqereyê hatibû.