Erdoxan di bereberê hilbijartinê da soza rojên baştir da dengderên tirkiyeyî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i337926-erdoxan_di_bereberê_hilbijartinê_da_soza_rojên_baştir_da_dengderên_tirkiyeyî
Li gorî rapora TRT'yê, Erdoxan roja Pêncşemiyê li koma partiya xwe (AKP) got: Em ê sala 2022an bi pêşketina aborî ya berbiçav bi dawî bînin.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Kanûn 01, 2022 13:22 Asia/Tehran
  • Erdoxan di bereberê hilbijartinê da soza rojên baştir da dengderên tirkiyeyî

Li gorî rapora TRT'yê, Erdoxan roja Pêncşemiyê li koma partiya xwe (AKP) got: Em ê sala 2022an bi pêşketina aborî ya berbiçav bi dawî bînin.

Serrok AKP'yê got: Em ê piştevaniya ji hemwelatiyên xwe bidomînin.

Erdoxan soza pêşketina aborî ya Tirkiyê ji sedî 3.9 di sê mehên destpêka 2022an bo sedî 7.7 di sê mehên dawiya salê da û got: Em ê sala nû di rewşeke nû da û pêşketina aborî ku weke rekorê ye dest pê bikin.

Li gorî amarên herî dawî, rêjeya enflasiyonê li Tirkiyê sedî 85 e.

Ev di rewşekê da ye ku bihayê lîreya Tirkiyê li hemberî pereyên biyanî nemaze dolara Amerîkayê gelekî daketiye û li gorî rapirsînan bi nêzikbûna hilbijartina serokomartiya Tirkiyê di 14ê Gulana 2023an da rojine dijwar li pêşberî Erdoxan in.