Tirkîye lê digere balyozekî bişîne Qahirê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i337894-tirkîye_lê_digere_balyozekî_bişîne_qahirê
Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê ragihand ku diqewime Enqere di mehên bê da balyozekî bişîne Qahirê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 29, 2022 08:01 Asia/Tehran
  • Tirkîye lê digere balyozekî bişîne Qahirê

Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê ragihand ku diqewime Enqere di mehên bê da balyozekî bişîne Qahirê.

Li gorî rapora Rojnama Cumhuriyet`ê, Mewlûd Çavûşoglu Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê amajeyî demajoya asayîkirina peywendîyên digel Misrê kir û got: Diqewime bi zûtirkê rawêjkarîyên sîyasî careka din di navbera Cîgirên Wezîrên Karên Derve da destpê bibin û di mehên bê da jî her du welat balyozê xwe destnîşan bikin.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê di bersiva pirseke têkildarî peywendîyên digel Sûrîyê da jî got: Armanca me bidawîhanîna şerê navxweyî li Sûrîyê ye. Em vê demajoyê bi opozîsyona Sûrîyê ra didomînin û wekîlên wan di civînên Astanê da ku wekîlên dewleta Esed jî amade dibin, pişikdar dibin.

Wî herwiha got: Armanca me vejîyandina demajoya sîyasî ji wan muzakireyên têkildarî qanûna bingehîn e. Di demajoya têkildarî Lêjneya Qanûna Bingehîn da heta vê gavê ti pêşketinek pêk nehatîye.