Nerazîtiyên li hemberî serdana Akar ji yekîneyên ser sînorê Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i337881-nerazîtiyên_li_hemberî_serdana_akar_ji_yekîneyên_ser_sînorê_iraqê
Wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê di halekî da hevrê digel fermandarên artêşê serdana yekîneyên ser sînorê Iraqê kir; ev serdan tûşî rexne û bertekên rayedarên Bexdayê û civata navneteweyî derheq tevgerên neqanûnî yên artêşa Tirkiyê li ser sînorê Sûriye û Iraqê bûye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 28, 2022 13:02 Asia/Tehran
  • Nerazîtiyên li hemberî serdana Akar ji yekîneyên ser sînorê Iraqê

Wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê di halekî da hevrê digel fermandarên artêşê serdana yekîneyên ser sînorê Iraqê kir; ev serdan tûşî rexne û bertekên rayedarên Bexdayê û civata navneteweyî derheq tevgerên neqanûnî yên artêşa Tirkiyê li ser sînorê Sûriye û Iraqê bûye.

 

Xulûsî Akar roja Yekşemiyê hevrê digel fermandarên hêzên bejahî, deryayî û asimanî yên artêşa Tirkiyê derbasî balefirgeha Selahedînê Eyûbî li bajarê Geverê bû û piştî wê serdana Navenda Fermandetiya Leşkera 3an li ser sînorê Iraqê kir.

Lêgerînên wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê û fermandarênm artêşa wî welatî ji yekîneyên ser sînorê Iraqê hema wisa didomin.

Tirkiyê di dewama êrîşên xwe li ser Sûriye û Iraqê da vê dawiyê bi behaneya serkutkirina PKK'yê operasiyoneke neqanûnî bi navê Pence-Şûrê li bakûrê Iraq û Sûriyê dest pê kiriye.

Tirkiyê di salên dawî da bi behaneya serkutkitina hêzên PKK'yê gelek navçeyên Iraq û Sûriyê dagir kirine û karzan vê kiryara Tirkiyê di çarçoveya xeyala Erdoxan a vejiyandina empratoriya Osmaniyan û serdestiya li ser navçeyên neftzêm ên Iraq û Sûriyê da dinirxînin.