Serokên Tirkiye û Ukraynê bi rêya têlefonê axivîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i337742-serokên_tirkiye_û_ukraynê_bi_rêya_têlefonê_axivîn
Di axaftinê da geşedanên der barê şerê Rûsya-Ukraynê û korîdora dexlê da hatin guftûgokirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 19, 2022 08:27 Asia/Tehran
  • Serokên Tirkiye û Ukraynê bi rêya têlefonê axivîn

Di axaftinê da geşedanên der barê şerê Rûsya-Ukraynê û korîdora dexlê da hatin guftûgokirin.

Li gorî nûçeya Anadolu Agency'yê (AA), Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û serokomarê Ukraynê Volodimîr Zelenskiy bi têlefonê axivîn.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyê di axaftinê da geşedanên der barê şerê Rûsya-Ukraynê û korîdora dexlê da guftûgo kirin.

Erdogan di vê axaftinê da ji ber helwesta wî ya erênî ya ji bo dirêjkirina Peymana Stenbolê ya der barê îxraca dexlê da spasiya serokomarê Ukraynê Zelenskiy kir.