6 kesan ji ber teqîna bombekê li Stenbolê can dan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i337667-6_kesan_ji_ber_teqîna_bombekê_li_stenbolê_can_dan
Ji ber teqîna bombekê li çarsiya Îstiqlal û li meydana Taksîma Stenbolê 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 53 kes jî birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 13, 2022 18:29 Asia/Tehran
  • 6 kesan ji ber teqîna bombekê li Stenbolê can dan

Ji ber teqîna bombekê li çarsiya Îstiqlal û li meydana Taksîma Stenbolê 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 53 kes jî birîndar bûn.

Berî vê yekê çavkaniyên nûçeyan hejmara kuştiyan 4 kes û hejmara birîndaran jî 38 kes ragihandibûn.

Li gorî kanala televîzyona El Cezîre; Parêzgarê Stenbolê “Alî Yerlî Kaya” ragehandibû ku, teqîna îro piştî nîvro (Yekşemê) li cadeya Êstiklalê ya meydana Taksîmê pêk hat. Wî di despêkê de hejmara kuştiyan 4 kes û ya birîndaran jî  38 kes ragihandibû ku piştra diyar bû ku hejmar kuşt û birîndaran zêde ji vê yekê ye.

Serdozgerê bajarê Stenbolê yê Tirkiyê ragihand ku lêkolînên derbarê teqîna îro ya vî bajarî despê bûne û got ku bi îhtîmaleke mezin ev teqîn êrîşeke terorîstî ye.

Heta niha ti kes û grûpekê berpirsyariya vê teqînê negirtiye ser xwe.